Siûdî êrişê Yemenê kir

Êrişkar Siûdî berbangê êrişê Yemenê kir. 13 kesan ji ber êrişa balfirên şer en Erebistana Siûdiyê jiyana xwe ji des dan.

Balafirên Erebistana Siûdiyê berbangê, bi piştgiriya; Misir, Urdun, Behreyn, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban, Qetar, Quweyt, Omman, Sudan û Fas êrişê navendên  Tevgeran Hûsiyan kir.

Di encama destdirêjiya firokên şer ên Erebistana Siûdî li ser Senaya paytexta Yemenê, 13 kes ji xelkê vî welatî hatin qetilkirin. Tevayê van 13 kesan sivîl in û çend jin û zarok jî li nav wan hene. Li gor çavkaniyan, Siûdî  150 hezar leşkerên xwe tevlî şerê li dijî Tevgera Hûsiyan dike.

Ev destdirêjî saet di 24 a berbangê,  li gorî dema Erebistana Seûdî bi destûrê Melik Selman, paşayê vî welatî dest pê kiriye..

Koşka Spî ya EmrîkayÊ jî ragihand ku Amerîka di êrişa li Yemenê de bi rêya alîkariya lojistîk û îstixbaratî re ligel Siûdiyê dike.  (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin