Siûdî Firokên Herbê Dikire

Li Ser Kirîna 25 Teyarên Herbê Siûdî û Emrîka Lihevkirin

Xeberên ajansan îfade kirin ku Siûdî ji Emrîkayê 25 teyarên herbê dikire. Ji wan 5 heb teyarên îkmalê ne.

Wezareta parastinê ya Emrîka diyar kir ku bi Siûdî Erebîstanê re, li ser 6.7 milyar dolarî peymana sîlehan hatiye tesdîqkirin.  Li gor peymanê Siûdî ji Emrîka 20 heb teyarên herbê, 5 heb jî ji bo îkmalê dikire. Der heqê tarîxa teslîmkirina teyaran de agahî nehat dayîn.

Li aliyê din hat gotin ku İraqê peymana kirîna sîlehan ya bi Rûsyayê re betal kiriye. Li gor peymanê wê İraq, di bedêla 4.2 milyar dolarî de ji Rûsyayê helîkopterên herbê, fuze û malzemê din yên eskeriyê bikiriya. Hat diyar kirin ku peyman li ser îhtîmala bêqanûnî hatiye betal kirin. Hêla Rûs îfade kir ku heta niha der heqê betalkirina peymanê de tu agahî ne gîhane wan. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin