Siyonîst Bi Fuzeyan Êrîşî Ğezzeyê Kir: 4 Şehîd

Siyonîst Îsraîl bi fuzeyan çend caran êrîşî Ğezzeyê kir. Êrîşa ewil li Cebaliye pêk hat.

 Siyonîst Îsraîl bi fuzeyan çend caran êrîşî Ğezzeyê kir. Êrîşa ewil li Cebaliye pêk hat. Di hedefa fuzeyê de motorsîkletek hebû. Hat îfade kirin ku di vê êrîşê de serekê hereketa Şûraya Mucahîdan Hîşam el Sadînî hatiye şehîd kirin. Di hadîseyê de kesekî li wir jî şehîd ket û 3 zarok jî birîndar bûn. Pey vê hadîseyê di êrîşek din de dîsa motorsîkletek bû amanca fuzeyê. Di vê êrîşê de jî 2 Fîlîstînî şehîd bûn yek jî brîndar bû.

Li aliyê din wezîrê parastinê yê Îranê Ehmed Wahidî diyar kir ku heqê Hîzbûllah heye ku teyara xwe bişîne seha hewaya erda îşgalkirî. Ehmed Wahidî wiha diyar kir “Rejîma siyonîst gelek caran seha hewaya Lubnanê îhlal dike. Ji ber vê yekê jî heqê Hîzbûllah heye ku teyara xwe ya keşfê bişîne ser seha hewaya erdên îşgalkirî. Şandina vê teyarê ji bo Hîzbûllah serkeftiye. Îsraîl êdî nikare bi qûbbeya xwe ya hesin bipesine û li welatên herêmê qurretiyê bike.”

www.bangaheq.net

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin