Rejîma terorê siyonîst Îsraîlê îşgalker, guhnade tepkiyên dinyê. Dixwaze ji bo yehûdiyan, bi hezaran xaniyên nû ava bike. Planên avakirina van xaniyan, piştî ku Fîlîstîn di heyeta giştî ya dewletên Yekbûyî de, statuya dewleta çavdêrî bi dest xist hatin diyar kirin.
Wê Siyonîst Îsraîl 2600 xaniyan, li Gîvat Hamatosê ku xeta kesk e ava bike. Li gor aktîvîstên Fîlîstîn û Îsraîlê, amanca van qirarên avakirinê, paqijkirina bajêr ya ji Fîlîstîniyan e. Îsraîlê îşgalker, roja duşembê jî beyan kiribû ku, wê li rohilata Qûdsê 1500 xaniyên din ava bike.
Piştevanê siyonîst yê herî mezin Emrîka ye. Konseya ewlehiyê ya teşkîlata dewletên Yekbûyî, li ber van avahiyan digel ewqas tepkî nîşan dide jî, Emrîka şermezarkirina Îsraîl veto dike.
Sekreterê giştî yê teşkîlatê Ban Kî Mûn, dide zanîn ku van planên Îsraîl, wê derbeyê li hêviyên aştiyê bixe.
Fîlîstînî diyar dikin ku siyonîst Îsraîl, bi van avahiyên nû, dixwaze rohilata Qûdsê, ji Şerîa Rojava biqetîne. Nifûsa rohilata Qûdsê 450 hezar e. Ji sedî 58ê wê Fîlîstînî ne. Îsraîl dixwaze nifûsa siyonîstan zêde bike û Fîlîstîniyan ji rohilata Qûdsê dûr bike.
Bangaheq