Siyonîst Har Buye

Îsraîl Êrîşî Sînorê Ğezzeyê Kir, Muslumanek Şehîd Kir.

Siyonîst Îsraîl har buye. Di salvegera qetlîama Mavî Marmarayê de, li Tirkiye, ji gelek aktîvîstên dewletan ve tê şermezar kirin. Siyonîst Îsraîl jî, bi awayî zulumkariya xwe îspat bike, tevdigere. Vê sibehê êrîşî sînorê Ğezzeyê kir. Muslumanek Filîstînî bi wan re şer kir. Şehîd bû. Siyonîstek jî hat kuştin.

Hat diyar kirin ku Îsraîl bi helîkopteran êrîş kiriye. Ev nêzî sê sal e ku ev sînor sakîn bû. Feqet sûcê Îsraîl çiqas eşkere dibe, dewlet û însanên bi însaf çiqas Îsraîl şermezar dikin, neheq dikin, siyonîst jî ewqas har dibe.

Li aliyê din, Emrîka di salvegera qetlîama Mavî Marmarayê de, ji dêlava wê li Îsraîl şîreta bike, sîlehê giran didê. Piştevaniya siyonîst dike. Lê tê zanîn ku zalim û piştevanê zalim daîm zelîl û rezîl dibin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin