“Siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora kutetbîq nekin tuneye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir siyonîst ji bo emel û armancên xwe terora kutetbîq nekin tuneye û got ‘ Divê Mislimana dev ji îxtîlafan berdin û li dijî siyonîzmê bibin yek.”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzm ku ji bo ziyaretê hatibû Wanê di Serokatiya Bajêr a Wanê de bi partiyiyan re hat bal hev û di derheqê rojevê de semînerek da.

Yavuz di axavtina xwe  ya ku kir de derheqê zilm û tehdayiyên ku ji teref rejîma siyonîst a îşxalker ve tên kirin de nirxandinan kir û ji rewşê re bertek nîşan da.

“Mescîda Eqsa û Quds ji bo Mislimanan meseleyeke îtîkadê ye”

Yavuzê ku diyar kir di van pêlên dawî de  nexasim erdnigariya ku em di nav de ji nava gelek şert û mercên gelek giran û dijwar derbas dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Him di hundir de him jî li derve gelek mişkîleyên me hene. Di rojevê de Mescîda Eqsa û Quds heye. Mescîda Eqsa û Quds ji bo Mislimanan meseleyeke îtîkadê ye. Niha siyonîzm dinyayê îdare dike. Dewleteke bi navê Amerîka û Îngîlistan tuneye. Siyonîzm heye. Hêzeke ku wan dewletan îdare dike heye. Navê vê hêzê siyonîzm e.”

 “Em heqiyê dizanin û heqiyê dibêjin”

Yavuz di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PARê heqiyê dizanin û heqiyê dibêjin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em ê ji lomeya tû lomekarî netirsin û heqiyê bibêjin. Lewra em heqiyê dizanin û heqiyê dibêjin. Em wan tiştên ku siyonîst dikin bibînin. Ew siyonîst ji bo bigihijin armanc û hedefên xwe yên şeytanî  ew ê him temamê psîkopatiyan bikin, him ew ê temamê şeran û rêxistinên derbixin û him ew ê temamê teroran tetbîq bikin. Ew ê êrîş dijwartir bibin. Li dijî van tiştan divê alema Îslamê dev ji temamê îxtîlafên xwe berde, qet nebe taloqê bidiyê û digel temamê îmkan û derfetên xwe seferber bibe.”(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe