Siyonîstan 3 Mislimanên din jî qetil kirin

Di xwepêşanên ku doh piştî nimêja înê hatin tertîpkirin de3 Mislimanên din jî ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin qetilkirin û bi sedan Misliman jî hatin birîndarkirin.

Weke ku tê zanîn siyonîstên îşxalker di wan rojên borî de deriyên Mescîda Eqsayê girtibûn û 3 Mislimanên Filîstînî di hewşa Mescîda Eqsayê de şehîd kiribûn. Doh Filîstiniyên ku xwestin siyonîstan protesto bikin piştî nimêja înê li hev civiyan û xwepêşan li dar xistin.

Siyonîstên îşxalker êrîşî pêşandarên Filîstînî kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 3 Mislimanên din jî şehîd bûn û bi sedam Misliman jî birîndar bûn.

Li gor daneyên Navenda Enfermasyonê ya Filîstînê li herema Resûl-Amûd cihûyekî nîşangir ji ser banê xanî di xortekî de berdaye û wî şehîd kiriye. Her wiha li Herema Er-Tûra Qudsê di êrîşên ku li Filistiniyan hatin kirin de Mislimanekî bi navê Muhammed Ebû Xanam giran birîndar bû. Xanamê ku giran birîndar bû li nexweşxanê şehîd bû.Li gor daxuyaniya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê daye xortê bi navê Muhammed Lafî(18) yê bi şikleke wek giran birîdar ji xestê re hatibû anîn li nexweşxanê şehîd bûye.

Teşkîlata Heyva Sor a Filîstînê diyar kir heta niha nêzî 391 kesên birîndar ji wan re hatiye anîn û wan 41 birîndar neqlî nexweşxaneyên din kirine. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine wergirtin hejmera birîndaran zêdetir e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe