Siyonîstan Ciwanekî Din Qetil Kir

Do li Ramallahê li beldeya Bûdrûsê, eskerên rejîma terorê siyonîst Îsraîl, bi gulla ciwanekî Fîlîstînî qetil kir.

Do li Ramallahê li beldeya Bûdrûsê, eskerên rejîma terorê siyonîst Îsraîl, bi gulla ciwanekî Fîlîstînî qetil kir. Ciwan Semîr Awwadê 17 salî, gava ku ji mektebê dihat, rastî êrîşa eskerên siyonîstê îşgalker bû. Eskerên îşgalker, ji noqta kontrola Dîwara navberê, êrîşî ciwan kirin. Semîr Awwad bi çar gulla hat qetilkirin. Li ser şehadeta ciwanê han, meş û protesto hat li dar xistin.

Li aliyê din eskerên Îsraîl, 20 aktîvîstên ku polîtîkaya Îsraîl ya çêkirina xaniyan protesto dikirin desteser kirin. Li gor şahidan, nêzî 70 aktîvîst vedigeriyan konên ku li Babuşşemsê ne. Babuş Şems roja şemiyê hatibû valakirin. Eskerên siyonîst ji wan aktîvîstan 20 heb girtin û li wan dan. Hat gotin ku eskerên îşgalker, li mensûbên medyayê jî sert me’mele kirine. Li hinek muxabîran xistine.

Fîlîstînî roja înê ji bo plana avakirinê protesto bikin, li herêma E1ê ya ku Îsraîl dixwaze lê 3 hezar xanî avabike, 30 kon vekiribûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin