Sîyonîstên îşxaker di nav 7 mehan de 37 zarokên Filistînî şehîd kir

Midurê Bernameya Pirsîna Hesabê a Tevgera Parastina Zarokên Navneteweyî Ayîd Ebu Katîş, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşankir ku sîyonîstên îşxalker ji serê sala 2023yan heta niha li ser erdên îşxalkirî 37 zarokan şehîd kir.

Sîyonîstên ku zilm, tehdayî û êrîşên xwe yên li ser Filistînîyan didomîne hema hema her roj êrîşî axên Filistînîyan dike.

Tevgera Parastina Zarokên Navneteweyî ya ku navenda wê li Cenevreyê ye, îxlalên rejîma îşxalkeran a kuştina zarokan, seqet hêştin, revandina zarokan, êrîşên ji sazîyên perwerdehî û astengkirina alîkarîyên însanî rapor dike.

Midurê Bernameya Pirsîna Hesabê a Tevgera Parastina Zarokên Navneteweyî Ayîd Ebu Katîş, di daxuyanîya xwe de weha got, “Rejîma îşxalker 160 zarokên Filistînî hêj di zindanan de esîr digre. Ji van zarokên ku tên qalkirin 21ê wan jî tu sûcekî nehatîye nîşandan û di zindanan de tên girtin. Bûyerên qetilkirina zarokan ya rejima îşxalker bi şekleke ku mirov di berê de tiştekî ewakî nedîtîye zêde dibe. Civaka navneteweyî zarokên Filistînîyan naparêze, ji hêzên îşxalê re ji bo êrîşkirina ji zarokan re hesabê napirsin. Hêzên îşxalker ti sedemek nîşan nade û zarokan desteser dike. Bi qestî wan birîndar dike û wan dikuje.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mînîbûs li Tirê qelibî: 3 mirî
Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin
Heyama qeydkirinê ji bo kotayên hecê yên vala mane heta 18ê Kanûnê hatiye dirêjkirin