Skandala ku serwîsên îstîxbarata Emrîka, bi milyonan telefon û qeydên înternetan teqîb dikin, dibe qirîzeke navnetewî. Edward Snowdenê xebatkarê kevn yê CIAyê (siayê) beyan kir ku, îstîxbarata Emrîka bi Tirkiyê re, hemî torên înternetê û bi milyonan qeydên telefonan teqîb dike. Piştî beyanê Edward Snowden winda bû.
Snowden li Hong Kongê beyan da qezetekê ku Emrîka bi salan êrîşên sîberê, birine ser kompîturên Çîn û Hong Kongê. Her wiha da zanîn ku, saziya ewlehiya mîllî ya Emrîkayê, heta niha li seranserê dinyê 61 hezar êrîşên sîberê pêk anîne.
Snowden wiha got “Gotina rast, rîzkê bi xwe re tîne, ji lew êdî ez xwe di emîntiyê de nabînim. Lê belê ji ber ku, ez bûm wesîla ev rewşa ku heyata xisûsî sîstematîk îhlal dike, li seranserê dinyê ket niqaşê ez xwe kêfxweş dihesibînim.”
Dîrektorê saziya ewlehiya mîllî ya Emrîkayê, midafaa karên saziyê kir ku, bi van teqîbkirina telefon û înternetan, Emrîka xwe ji êrîşên terorê diparêze. BANGAHEQ