Şofêrê otobûsê yê ku têkilîya wî bi qezayê hebû hat girtin

Hat destnîşankirin ku şofêrê otobûsê yê ku tevlî qezaya ku li ser rêya Nîzîb-Entabê ku 16 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn hat girtin.

Şofêrê otobûsê yê ku beşdarî qezaya ku li rêya Nîzîb-Entabê pêk hatibû û di encama wê qezayê de 16 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn û dûre ew şofêr jî hatibû rakirin nexweşxaneyê û hatibû tedawîkirin, piştî tedawîyê ji teref dadgehêve hat girtin.

Li ser rêya Nîzîb-Entabê qezayek pêk hatibû, di encama wê qezayê de 16 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn.

Hat diyarkirin A.M. yê ku şofêrê otobûsê ye û birîndar bûye, di encama tehqîqata ku hatibû destpêkirin de ji bona ku bê lêpirsyarkirin ji dadgehê re hatibû sewqkirin.

Di encama lêpirsyara li dadgehê de şofêr hat girtin û hat şîyandin girtîgehê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"