Şofêrên TIRan ên ku ji destheqê xwe nerazî bûn qontak girtin

Şofêrên TIRan ên ku li Mêrdînê veguhastina navneteweyî dikindestnîşan kirin ew 20 dolara ku li serê tonekî distînin ji teref fîrma û nakliyevanan ve hatiye daxistin 13 dolaranû ji ber vê yekê xwepêşan lidar xistin.

Bi dehan şofêrên TIRan ên ku bi şikleke organîzebûyî li  hev civiyan li ber Midûrtiya Gumrukê bo demekî qontakên TIRên xwe girtin. Şofêrên ku tu tiştî bi dest nexistin piştî demekê ji xwe ve belav bûn.

“Di nava heftiyekê de serê tonê 7 dolaran daxistin”

Hamdullah Ortaçê şofêrê TIRê ye derheqê mijarê de diyar kir derdê wan ev e ku li serê tonê 7 dolar ji heqên wan hatiye daxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em mecbûr in ku bixebitin, naxwe ew ê zarokên me perîşan bibin. Me sewqî rêyên din dikin. Wek rêya qeçaxçitiyê.Berî vê heftiyekê ew kirêya ku 20 dolaran dinivîsand îro 13 dolarana dinivîsîne: Di nava heftiyekê de çi bû ku serê tonê 7 dolar ket. Em dixwazin ev yek bê sererastkirin.”

Her wisa şofêrên bi navê Semîh Yildirim, Ahmet Demîr û Edîp Irmak jî derheqê mijarê de diyar kirin ew mift û belaş dixebitin, ji ber ku em şofêr ne yek in bihayan dadixin. Ger em bibin yek ew ê wê demê qiymeta me bê zanîn.”(ÎLKHA)




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin