STK ew ê piştgiriyê bidin bernameya Wîladeta Pîroz

DİYARBEKİR - Her weke ku tête zanîn di 17ê Nîsanê de li Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz ew ê bê tertîpkirin.STKyên Îslamî yên ku li bajêr kar û barên xwe birêve dibin ji bona bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê bê tertîpkirin destek û piştgiryên xwe a

Ji STKyên Îslamî yên ku li bajêr fealîyetên xwe dikin Komeleya Anadolu Gençlîk, Dîyanet-Sen, Îhya-Der û Platforma Azadiya Bawerîyê ya Diyarbekirê diyar kirin ew ê destek û piştgiriyê bidin wê bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê di 17ê Nîsanê de li Qada Newrozê bê tertîpkirin.

Di derbarê girîngîya mijarê de temsîlkar û nûnerên STKyan hest û ramanên xwe anîn ziman.Kesên ku di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn ziman nirxandinên balkêş kirin.Serokê Komeleya Anadolu Gençlîkê Abdurrahman Ergîn diyar kir divê temamên însanan bi exlaqa Hz. Muhammed bi exlaq bibin û divê temamên mislimanan jiyana Hz. Muhammed di jiyana xwe de tetbîq bikin.

Her wiha Serokê Şubeya Dîyanet-Sena Diyarbekirê Omer Evsen jî diyar kir pêwîst e ku her misliman karibe bibêje ez ji Pêxembere hez dikim û her wiha divê temamên însanan wê şêweya jiyanê ya ku Pêxember aniye di jiyana xwe de tetbîqbikin.Evsen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê temamên mislimanan biçin van bernameyan.Divê ev çûyîna wan bernameyan ji wan re bibe erk û wezîfeyek.Ev bernameyên Wîladeta Pîroz a ku qala biratî û wehdetê dike gelekî bi qedr û qiymet e.Pêwîst e ku xelk wê rojê li wê derê be.”

Serokê Îhya-Derê Muzaffer Beber jî di derbarê girîngîya mijarê de diyar kir ew ê digel endam û dildarên xwe biçin bernameya Wîladeta Pîroz û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bernameyên Wîladeta Pîroz her çiqas ji teref ji kesên xeyrî Îslamî ve tên xwestin bên astengkirin û her çiqas hewl bê dayîn da ku xelkê me ji hezkirina Resûlullah dûr bê xistin bi izna Xwedê ew ê ev bernameyên Wîladeta Pîroz yên ku ew ê bên tertîpkirin û ev xelk lîstika wan kesan xera bike.Di serî de Evîndarên Pêxember û her wiha temamê Mislimanan ji bona vê bernamê bi dil û can dixebitin.Em jî digel endam û dildarên xwe destek û piştgiriyê bidin vê kampanyayê.Em wek Evîndarên Pêxember dê qadan dagirin.”

Her wiha Koordînatorê Platforma Azadiya Baweriyê yê Diyarbekirê Îbrahîm Gokdemîr û  Endamê Lijeya Birêveberiya Îlîm-Derê Yusuf Keşfî jî hest û ramanên xwe anîn ziman û diyar kirin ew ê jî destek û piştgiriyên xwe bidin bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê di 17ê Nîsanê de li Qada Newrozê ya Diyarbekirê bê tertîpkirin.(ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye