STK ji bo bernameya Wîladeta Pîroz piştgiriyên xwe daxuyandin

STKyên Îslamî yên ku li Diyarbekirê xebatên birêve dibin ji bo bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê di 30ê Nîsanê de bê tertîpkirin destek û piştgiriyên xwe daxuyandin.

Her weke ku tê zanîn di 30ê Nîsanê roja yekşemê dê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin. Ji bo vê bernameya ku dê bê tertîpkirin destek û piştgirî tên dayîn. Yek ji van destek û piştgiriyan jî ji teref STKyên Îslamî ve hat dayîn.

Fîkrî Karavîla Serokê Giştî yê Yetîm-Derê,  Yusuf Keşliyê ji birêvebirên Îlîm-Derê û Serokê Giştî yê Sahabe-Derê Mutallîb Yuva ji bo  bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê di 30ê Nîsanê de bê tertîpkirin destek û piştgiriyên xwe daxuyandin û destnîşan kirin ew ê wek komele digel temamê dildar û endamên xwe beşdarî vê bernamê bibin.(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin