STKyên Îslamî 3 qamyon alîkarî ji xelkê Sûrê re şandin

STKyên Îslamî yên Edene û Rihayê di çarçoveya qampanyaya ‘Em ji Mihacirên li Sûrê re Bibin Ensar’ de 3 qamyon alîkarî ji xelkê Sûrê re şandin.

Her weke ku tê zanîn berî niha ji teref STKyên Îslamî ve ji bona xelkê Sûrê qampanyayeke bi navê ‘Em ji Mihacirên li Sûrê re Bibin Ensar’ hatibû destpêkirin.Ji vê qampanyaya ku hatibû destpêkirin re hêj destek tên.Di çarçoveya vê qampanyayê de ji teref STKyên Îslamî ve 3 qamyon alîkarî ji STKyên Îslamî yên Diyarbekirê re hatin teslîmkirin.

 “Tiştê muhîm li hevdû xwedî derketina mislimanan e”

Di derbarê mijarê de ji teref Endamê Lijneya Îcraya STKyên Îslamî yê Diyarbekirê Îbrahîm Yaz ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Yaz diyar kir ji çar aliyê Tirkiyê alîkarî û destek ji vê qampanyê re tên û wiha li axavtina xwe zêde kir:  “Li ser hevdû alîkarî tên vê derê. Rast e ev alîkariya ku tê kirin ji bona me muhîm e, lê belê ji vê muhîmtir ev e ku li hev xwedî derketina mislimanan e.Xweda ji wan kesên ku ji vê alîkarîyê re bûne wesîle razî be.”

Serokê Şubeya Edenê ya Hareketa Şaristan û Însanan Mehmet Tosun jî di derbarê mijarê de diyar kir haya wan ji wan mexdûriyet û zehmetîyan heye û ew ji  ber vê yekê xwestine di vê çarçoveyê de tiştên ku ji destên wan tê bikin.

 Di derbarê mijarê de  Koordînatorê Platforma Piştevaniya Sûrê ya Sîwerekê jî diyar kir xelkê Sîwerekê bi xelkê Diyarbekirê re cîran in.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar