STKyên îslamî ji mexdûrên Sûrê re alîkarî kirin

STKyên Îslamî di çarçoveya kampanyaya ‘Em Ji Muhacirên Li Sûrê re Bibin Alîkarî’ de xebatên xwe yên alîkariyê didomînin.

STKyên Îslamî di çarçoveya kampanyaya ‘Em Ji Muhacirên Li Sûrê re Bibin Alîkarî’ de  xebatên xwe yên alîkariyê didomînin.STKyên Îslamî di vê çarçoveyê de bi hezaran malbatê mexdûr re alîkarî kir.

Sahabe-Dera ku endamê STKyên Îslamî ye jî di vê çarçoveyê de alîkarî kir. Serokê Sahabe-Der Mutallîb Yuva  di der barê xebatên alîkariyê yên ku tên kirin de  diyar kir ew di vê bergehê de ji gelek kesên mexdûr re alîkarî kirine.

Yuva di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ji ber pevçûnên ku ev bû 2 meh li nava Sûrê berdewam dikin bi deh hezaran kes mexdûr bûn.Ji ber vê yekê em jî heta ku ji destê me tê  hewl didin da ku alîkariya van kesên mexdûr bikin.Di çarçoveya vê kampanyaya ku hatiye destpêkirin de em alîkariyên mîna soba, erzaq, merş û yên mîna van ji kesên mexdûr re dikin.”

Yuva di dawiya axavtina xwe de diyar kir xelkê ku mecbûr maye ku koç bike gelekî perîşan û şepirze bûye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Exlebeyê malbatên ku mecbûr mane koç bikin tenê bi cilên li ser xwe koç kirine.Ji ber vê yekê alîkariyên ku em dikin dibe ku ne bes be.Ji ber vê yekê divê kesên rayedar gavên ku mexdûrîyeta van kesan ji holê rake biavêjin.Bila herkes xwe têxe şûna van malbatan û baş bifikirin.Ez ji wan kesên xêrxwaz yên ku alîkarî kirine re teşekkur dikim.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar