SÛCÊ XELKÊ ÇI YE?

Bi deh salan e, di navbera şerê esker û hêzên çekdar de, gelên vî welatî nexasim xelkê Kurd bîzar û şerpeze ye

 Bi deh salan e, di navbera şerê esker û hêzên çekdar de, gelên vî welatî nexasim xelkê Kurd bîzar û şerpeze ye. Kesên ji mal û warê xwe, ji can û mafê xwe dibe xelkê mezlûm e. Li ser navê hiqûq û demokratîk û aşiîtiyê, bi siyaset hisab û planên herb û agirbestî û lihevkirin tên kirin. Feqet heq û hizûra millet, dinyaw axîreta millet ne di hisabê wan de ye. Qaşo her tevger û tevdêrê wan ji bo millet e. Lê mixabin kesên zirar dibînin, êş û kul û kederê dikşînin, ji mal û can û ewladê xwe dibin, milletê mezlûm e.

Yek ji van hadîseyên dilsoj, do li gundekî Mûşê qewimî. Sera Yavuz bi bomba ku li erdê dît, fecî can da. Li beldeya Qizilağacê li cîwarê Şênyaylayê, Sera Yavuza neh salî, heywanê xwe diçêrand. Li gor îfadeyan Sera li erdê bombeke destî dît û rahîşt û tevda. Lê mixabin bombe di destê wê de teqiya.Bavê Sera bi îmkanê xwe, wê birîndarî rakir nexweşxana Mûşê. Lê Sera li wir can da. Malbata Serayê, giliyê xwe da sewcîtiyê. Hat gotin ku hefteyek berê, eskeriyê li devera hadîseyê ji bo operasyonan baregeh ava kiribû.

Wekî tê zanîn sê sal berê, Ceylan Onkola sêzdeh salî jî li Licê, li ber heywanê xwe bi teqîna bomba parçe bûbû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be