Sûîqesta Li Parîsê

Polîsê Fransayê, der heqê kuştina 3 jinên PKKyî ya li Parîsê de, li ser delîlan disekine. Berî niha 2 gûmanbar hatibûn girtin.

Polîsê Fransayê, der heqê kuştina 3 jinên PKKyî ya li Parîsê de, li ser delîlan disekine. Berî niha 2 gûmanbar hatibûn girtin. Hat gotin ku polîs li ser delîlên nû disekine. Di daîra ku tê de cînayet hatibû kirin de, li ser qewaneke vala ya fîşekê, DNA ya ku ne eydiyê her 3 jinaye hat kifş kirin. Wê DNA, bi yên di arşîvandene re, bên mûqeyesekirin.

Her wiha hat îddîa kirin ku, di qapûtê kesekî binçav de, şopa barûtê hatiye kifş kirin. Ev kes di qeydên qamerayan de xuya dibe ku, bi çentekî dikeve bînayê û dûre derdikeve. Hat îfade kirin ku, vê gumanbar nikaribû 46 deqîqeya dema di şeva hadîseyê de beyan bike ku, li ku bûye. Polîs li ser çend îhtîmalan disekine. Polîsê Parîsê beyan kir ku, ji gûmanbaran yek Mûşî ye, yê din jî Sîwasî ye. Danê êvarê hat beyan kirin ku, ji wan yek hatiye berdan. Yê ku li ser wî şopa barûtê hatibû kifşkirin, nehatiye berdan.

Hat îddîa kirin ku, yê Sîwasî karên burokratîk yên Sakîne Cansiz dişopand û beriya hadîseyê Sakîne Cansiz daniye buroyê. Ji ber ku di îfadeyên wî de nakokî hebûne, bi meqseda girtinê wî sewkî mehkemê kirine.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar