Hat ragihandin Şûraya Bilind a Leşkeriyê ya ku li Qasra Çankayayê di bin serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim de civiya bi dawî bû. Di encama civîna ku hat kirin de Serokwezîr Yildirim diyar kir di vê erdnigariya zor û zehmet de him ji nava welêt û him jî ji derveyî welêt ji bo ewlehiya me tehdîd hene.
Serokwezîr Yildirim her wisa diyar kir ev qerarên YAŞê yên ku hatine dayîn ji xêran re bibin wesîle.
Civînê di serokatiya Yildirim da dest pê kir û di civînê da Hulusî Akarê Sererkan, Bekir Bozdag, Fikrî Işik, Recep Akdag, Hakan Çavuşoglu û Mehmet Şimşekê Alîkarên Serokwezîr, Abdulhamît Gulê Wezîrê Dadê, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî, Nurettîn Canîkliyê Wezîrê Parastina Neteweyî, Salih Zekî Çolakê Fermandarê Hêzên Bejayiyê, Bulent Bostanogluyê Fermandarê Hêzên Behrê û Abidîn Unalê Fermandarê Hêzên Esmanî amade ne.
ÎLKHA