‘Talebanî ji Malikî aciz e‘

‘Talebanî ji Malikî aciz e‘

Hewlêr (Rûdaw) - Herî dawî serokkomarê Îraqê, Celal Talebanî, ji tevgerên Nûrî Malikî bêzar bû û bo nîşandana nerazîbûna xwe wî koçka serokatiya komarê bi cih hişt û vegeriya Silêmaniyê. Rayedarên YNKê jî dibêjin ku serokwezîrê Îraqê gellek şaşî kirine û himber Talebanî bê soz derketiye.Berpirsên YNKê, ku Talebanî sekreterê wê yê giştî ye, dibêje eger Malikî pêdaçûnê di karên xwe de neke, rêyên wan ên din hene ku bidin meşandin. Peyvdar û endamê Polîtburoya YNKê, Azad Cundiyanî, bo Rûdawê got: "Malikî di vê demê de hin pêngavên şaş avêtine, yan divê wan şaşiyan rast bike, yan divê hizir di wê yekê de bê kirin wê çawa tevger ligel wan şaşiyan bê kirin."

Acizî û nîgeraniya Talebanî ji Malikî ji vê yekê tê ku Talebanî piştî zîvirîna ji Almanyayê hewl daye aliyan li ser maseya danûstandinê bicivîne. Lê di vê demê de Malikî ragihand ku divê li Îraqê hikûmeta bêtiriyê bê avakirin. Talebanî doza rawestandina çalakiyên Fermandeya Operasyonên Dicle ji Malikî kir. Lê Malikî karê vê fermandehiyê ferehtir kir û ji bilî Tîpa 12ê ya Kerkûkê û Tîpa 5ê ya Diyalayê, herwiha Tîpa 4ê ya Selahedînê jî xiste ser vê fermandehiyê. Vê yekê jî Talebanî bi temamî aciz kiriye.

Li gor gotinên berpirsên YNKê, diyar e ku derbarê Malikî de bêzariyeke zêde li cem Talebanî peyda bûye. Berpirsekî YNKê, ku nexwest navê wî bê belavkirin, bo Rûdawê got: "Zîvirîna vê carê ya Talebanî bo Silêmaniyê bo nîşandana nerazîbûnê himber tevgerên vê dawiyê yên Malikî bû. Talebanî ji Malikî aciz e." Endama YNKê di Fraksyona Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlamenê Îraqê de, Ala Talebanî, rexneyên tund li Malikî digire û bo Rûdawê radigihîne "Malikî piştevaniya Talebanî nake û divê Kurd xwe yekbikin, daku goşaran bixin ser Malikî." Ev parlementera Kurd herwiha dibêje: "Behsa jêstandina baweriyê dihat kirin, Malikî got fermon, em pirsgirêkan bi lihevhatin çareser bikin, lê niha wisa naaxive û poşman bûye û xwe xurt dike."

"Talebanî dikare bi yek daxuyaniyê qeyrana Îraqê çareser bike." Ev gotina Ferhad Etrûşî yê parlementerê PDKê li Bexdayê ye: "Mam Celal dikare bi yek daxuyaniyê, yan bi derxistina beyannameyekê vê qeyrana niha ya Îraqê yekalî bike, ev jî ku bêje Malikî sedema avabûna vê qeyranê ye."

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare