Talîmatnameya Qedexekar a Li Hember Hîcabê

Platforma Seferberiya Tesetturê li ber talîmatnameya wezareta karên hundir ya ku ji walîtiyan re hatiye şandin, tepkî nîşan da.

Platforma Seferberiya Tesetturê li ber talîmatnameya wezareta karên hundir ya ku ji walîtiyan re hatiye şandin, tepkî nîşan da. Serekê platformê Salih Demîr beyan kir ku, bi vê talîmatnameyê hikûmet di helkirina yesaxa tesetturê de êdî aciz bûye.

Li aliyê din platforma heq û azadiyên însanî jî, li ber talîmatnameya kinc û bergan tepkî nîşan de û qetilkirina Medet Unluyê balyozê fexrî yê cimhûriyeta Çeçenistan-Îçkeryayê telîn kir. Beyanata platformê ji teref M. Emîn Baytar ve hate xwendin. Baytar wiha got “Em gotinên hikûmetê yên di warê nesla dîndar de semîmî nabînin. Meqsede van beyanan bi tabîra serekwezîr Erdoğan stendina gaza milllet e û tê de derdê rayê millet heye.”

M. Emîn Baytar di dewamiya beyanê de wiha got “Berî niha jî çend caran li ber multeciyên Çeçen êrîşên sûîqestê hatibûn rastkirin. Di zelalkirina van sûîqestan de dewlet tu xeyretê nake.”

Her wiha platforma Tes-çağê jî bi beyaneteke medyayî li ber talîmatnameyê tepkî nîşan da. Serekê platformê Mehmet Duyu diyar kir ku, Akp beyraqtariya qedexekaran dikişîne, rejîma cimhûriyetê naxwaze xelkê musluman li gorî baweriyên xwe bijîn. BANGAHEQ

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar