Li gorî daneyên ku saziyên tenduristiyê weşandine, nirxên asayî yên tansiyonê bi gelemperî ji bo tansiyona mezin (sîstolîk) di navbera 90-120 mmHg de, ji bo tansiyona piçûk (diyastolîk) jî di navbera 60-80 mmHg de têne qebûlkirin. Heke ev nirx bi berdewamî li ser van astan bin wekî hîpertansiyon, heke bi awayekî berbiçav li bin van astan bin jî wekî hîpotansiyon têne nirxandin.
Li gorî pisporan, di nav sedemên herî giring ên tansiyona bilind de; bikaranîna zêde ya xwêyê, qelewbûn (obezîte), jiyana bêliv, bikaranîna cixare û alkolê, stres, meyila genetîk û temenê pêşketî hene. Tê diyarkirin ku hinek nexweşiyên wekî nexweşiyên gurçikan, pirsgirêkên tîroîdê û apnea xewê (rawestîna bêhnê di xewê de) jî dikarin bibin sedema bilindbûna tansiyonê.
Her çiqas hîpertansiyon piranî nîşanan nede jî, di demên paşê de nîşanên wekî serêşiya dijwar, gêjbûna serî, dîtina şolî, sîngêş (êşa sîngê), bêhnçikîn, lêdana bilez a dil (çirpîn) û xuna poz dikarin derkevin holê. Pisporên kardiyolojiyê destnîşan dikin ku nexasim rewşên wekî xerabûna dîtinê ya ji nişka ve, zehmetiya axaftinê û êşa sîngê, dibe ku hewceyî mudaxeleya lezgîn bin.
Tê diyarkirin ku tansiyona bilind a ku neyê kontrolkirin, dikare bibe sedema pirsgirêkên giran ên tenduristiyê. Li gorî pisporan hîpertansiyon; rîska krîza dil, felc, kêmkarbûna gurçikan, kêmkarbûna dil, reqbûna damaran û windakirina dîtinê zêde dike. Herwiha tê îfadekirin ku tansiyona bilind a demdirêj, dikare li ser bîr (hafize) û erkên hişî (bilişsel) jî bandorên neyînî çêbike.
Tansiyona nizm her çiqas piranî wekî ya bilind xeternak neyê dîtin jî, tê diyarkirin ku ketina tansiyonê ya ji nişka ve dikare jiyana rojane bi neyînî bandor bike. Tê tomarkirin ku bêavbûna laş, kêmxwînî, windakirina xwînê ya zêde, hinek nexweşiyên dil, birçîbûna demdirêj û hinek dermanên ku têne bikaranîn dikarin bibin sedema hîpotansiyonê.
Di nav nîşanên herî berbelav ên hîpotansiyonê de bêhalî, westîn, gêjbûna serî, tarîbûna ber çavan, hîsa jihişçûnê (bayılma) û xerabûna konsantrasyonê cîh digirin. Pispor nexasim di kesên temenmezin de hişyariyê didin ku ketina tansiyonê ya ji nişka ve dikare rîska ketin û birîndarbûnê zêde bike.
Pisporên tenduristiyê diyar dikin ku ji bo parastina hevsengiya tansiyonê; divê werzişa (egzersiz) birêkûpêk were kirin, bikaranîna xwêyê were kêmkirin, mirov ji cixare û alkolê dûr bibe, ava têrker were vexwarin û daxwaza xewê ya birêkûpêk were qezenckirin. Herwiha tê destnîşankirin ku ji bo kesên li ser 35 saliyê re û kesên ku di malbata wan de nexweşiya tansiyonê heye, pîvandina tansiyonê ya di navberên diyarkirî de ji bo tespîtkirina zû (erken teşhis) xwedî giringiyeke krîtîk e.