Li Wanê şerê çekdarî: Kesek mir, 13 kes jî birîndar bûn
Li bazara heywanan a Wanê, di pevçûna çekdarî ya di navbera du koman de kesek hat kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, danê sibê li xirbeya li taxa Bostaniçî ya navçeya Îpekyoluyê qewimî.
Li bazara qerebalix a beriya Cejna Qurbanê, ji ber sedemên ku hêna jî nayên zanîn, di navbera du komên ku berê dijminatiya wan hebû de nîqaşek derket.
Nîqaş zû veguherî şerekî ku bi kevir, dar û çekan hatiye bikaranîn.
Di pevçûnê de kesek li cihê bûyerê bi gulebaranê mir, 13 kes jî ku du ji wan bi giranî ne birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, gelek polês û ekîbên tenduristîyê sewqî herêmê hatin kirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Ji bo ku bûyer zêdetir nebe, li qada bazarê û derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û lêpirsînek berfireh li ser bûyerê hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.