Tarîtiya Li Ser Sûriye

Dewlet û Şebeke Li Ser Sûriye Hesaba Dikin

Li ser Sûriye, dewletên rojava û teşkîlat û şebekên menfîetê, hesab û plana dikin daku di herêmê de xwedî peyv bin.

Li gor xeberan Emrîka, Rûsya sert tenkîd dike. Emrîka îddîa dike ku Rûsya çek û sîlehan dide hêzên Esed. Di xeberan de hat gotin ku hêzên Esed, bi helîkopterên Rûsyayê, êrîşî muxalîf û millet dike. Rûsya jî, peyva xwe dijdîne ku Emrîka, li herêmê  çek û sîlehan lod dike. Dîsa di qezetekê de hat îddîa kirin ku welatên ‘Ereban, bi wasîteya Tirkiye, sîlehan dighîne muxalîfan. Lê Tirkiye vê îddîayê red kir.

Her wiha hat gotin, li Sûriye partiya Yekîtiya Demokrat ku nêzî PKKê ye, li alîgirên xwe sîlehan belav dike û çûnûhatina riya kontrol dike. Sebebê vê jî, rewşa alozî û bêewlehiyê tê nîşandan. Partiyê îddîa kir ku rejîm dixwaze ordiya Sûriye ya azad li her derê belav bibe daku dewlet wan herêman hilweşîne û bişewitîne. Ji ber vê yekê jî, partî nahêle ku ordiya Azad têkeve herêman Kurdan. (Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be