Taxiyên ku ji rayedaran re bang kirin xwestin ku êdî tu kes nemire

Li Agiriyê berî vê 2 rojan qîzikeke biçûk bi dîreka ceyranê ve ma û jiyana xwe ji dest da, taxî piştî mirina qizîka biçûk ji rayedaran re bertek nîşan dan û diyar kirin li taxê hêj tu tedbîr nehatiye standin.

Berî vê çend rojan li Taxa Sala Sedemîn a Agiriyê  qîzikeke biçûk bi dîreka ceyranê ve ma û jiyana xwe ji dest da. Taxî piştî mirina qizîka biçûk ji rayedaran re bertek nîşan dan û diyar kirin li taxê hêj tu tedbîr nehatiye standin.

Şêniyên taxê diyar kirin ev 5 meh in wan serîlêdanan dikin, lê digel van serîlêdanan tu tişt nehatiye kirin û di netîcê de Medîneya 7 salî roja duşemê di seat 02.30an de bi ceyranê ve ma û jiyana xwe ji dest da. Taxî diyar kir ew cardin naxwazin bûyereke wisa bijîn.

Şêniyên ku bi hewildanên xwe bi naylonan dîrekê dorpêç kirine di rayedaran xwestin ku êdî bila mexdûriyeta wan bê dîtin.Şênî her wiha diyarkirin li pişta dîreka ku lê ceyrana qeçax heye mekteb heye û her roj bi sedan xwendekar ji vê guzergahê diçin û tên.

Şêniyên taxê bi xwe vîdyo kişandin û ji xeta xeberan a WhatsAppê ya ÎLKHAyê re şandin û di vîdyoyê de bang li Waliyê Agirî, Serokwezîr û Serokkomar re bang kirin û xwestin ku problemên wan bên çareserkirin.

ÎLKHA
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e