Tayîna 30 hezar mamosteyî bi merasîmeke ku ji teref Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hatibû amadekirin hat kirin.Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Nabî Avci beşdarî merasîmê bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasîmê de axavtinek kir û diyar kir hejmera mamosteyan digel van tayînên ku hatin kirin gihaşte 923 hezar û 133an û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek kes dema ku di pişkê de tayîna wan ji Rojhilat û Başûrê Rojhilat derdikeve hema bilez hewil didin da ku tayîna xwe bînin rojavayê.Ev xelet e.Divê em di vê baweriyê de bin. Ev welat a me ye. Cihên bi zehmet hene.Rast e. Binêrin em a niha li wan cihên bi zehmet şehîdan didin ma ne wiha ye? Em çima şehîdan didin, em van şehîdan didin da ku van axan cardin bixin welat.”
Piştî axavtinê Erdogan, pê li pişkokê kir û karê tayînê da destpêkirin.(ÎLKHA)