Tedawiya qîza ku li Sûriyê çavê wê kor bû li Diyarbekirê tê kirin

DİYARBEKİR - Tedawiya qîza ku çavê wê di bomberandinê de kor bû niha li Zanîngeha Dîcleya Diyarbekirê tê kirin.

Qîzika ciwan a bi navê Marîa Îsporyo li Sûriyê dema ku mala wan hat bombebarankirin parçeya şarapnalê îsabetî çavê wê kir û çavê wê kor bû, tedawiya qîza ku çavê wê di bomberandinê de kor bû niha li Zanîngeha Dîcleya Diyarbekirê tê kirin.

Tedawiya Marîa ji teref Serhekîmê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Gokhan Kirbaş û ji teref Prof. Dr. Ugur Keklîkçî ve tê kirin.

“Înşaallah dê çavên min baş bibin”

Hat dîtin Marîa şad e û hêstirên kêfxweşiyê dirijand. Marîa di derbarê mijarê de hest û nêrînên xwe wiha anî zimên: “ Ez ji kêfan heta şeveqê ranezam. Pir kêfxweş im û mala we ava be. Înşaallah dê çavên min baş bibin.”

Bav Abdulrezzaq Îsporya jî di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “ Piştî demeke dûvûdirêj ez cara ewil qîza xwe wiha kêfxweş dibînim. Dema ku em dibînin qîza me xemgîn e em jî heman êşê dikşînin. Ez ji wê rica dikim bila çavên qîza min baş bibin.”

“Rûyê kiret a şerê Sûriyê dîtiye…”

Serhekîmê Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê Gokhan Kirbaş jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em ê ji van însanên ku rûyê kiret a şerê Sûriyê dîtine re alîkariyeke biçûk bikin. Mixabin berî vê demekê dirêj dema ku di mala xwe de rûdinişt mala wê hatiye bombebarankirin û perçeya şarapnelê îsabetî çavê wê kiriye û ji wê rojê ve çavê wê ya çepê nabîne. Ji teref Prof. Ugur Keklîkçî ve muayaneya wê ya ewil hat kirin. Li gor netîceyê dê operasyon bên plankirin.”

Bav dixwaze bibîne ku dawî li êşa qîza wî bê

Bav Ebdulrezzaq Îsporyo jî di derheqê mijarê de ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talîp Gul, Serhekîm Prof. Dr. Gokhan Kirbaş û ji yekîneya wî re teşekkur kir û hêvî kir ku qîza wî demildest baş bibe.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye