Te’deyên Îsraîl

Îşgalkerê Siyonîst Yesaxa Datîne Ser Camiyan

Li gor xeberan hat îfade kirin ku rejîma siyonîst Îsraîl bi hinek hincet û behana, yesaxa datîne ser camî û mizgeftan.

Midûrê weqfan yê El Xelîlê  Zeyd El Caberî wiha îfade kir “Ji ber îda Sûkotê bi sedan îsraîlî, ji bo merasîmên dînî, bazdan camiya El Xelîlê. Ji ber vê yekê jî camiya El Xelîl, 48 saetan ji bo muslumana hat yesax û qedexe kirin. Ev di hikmê sê heftan de, cara sisiyan e ku camî ji muslumana re tê yesax kirin. Di meha Îlonê de li camiyê, 74 caran xwendina azanê hatibû qedexe kirin.”

Siyonîst îsraîl dixwaze van deveran bike sînagog. Ji ber vê yekê jî ya xera dike yan jî yesax dike da ku musluman jê dûr bikevin û li gor xwe ava bike. Di 1994an de 63 musluman di camiya El Xelîlê de şehîd kiribûn. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin