Tehemulî Quranê Nakin

Midûriya Tehsîlê Ya Edenê Cîh Neda Îmtîhana Îlmên Quranî

 Midûriya perwerdehiya mîllî ya Edenê, tehemulî îmtîhana îlmên Quranî nekir û ji bo îmtîhanê cîh neda. Feqet tê zanîn ku midûriya perwerdehiyê di çarçova projeya  bi navê “Bila mekteb heyatê bibînin” de, cîh dabû her aktîvîteyê. 

Platforma nesla Quranî li seranserê Tirkiyê, bi beşdariya zêdetirî 10 hezar kesan, îmtîhana Îlmên Quranî û mealê li dar xist. Beriya îmtîhanê li Edenê mensûbên platformê, ji bo ku cîh bê tehsîs kirin, muraceatî midûriya perwerdehiya mîllî kir. Lê midûriya ku ji bo her aktîvîteyê cîh tehsîs dikir, vê muraceatê red kir û cîh neda îmtîhana îlmên Quranê.

Li ser vê bêtehemuliyê ji platformê serekê komela Mekteb-Derê Yilmaz Geçer wiha got “Ji bo îmtîhan bê li dar xistin me muraceat kir ku, midûriya perwerdehiyê mektebeke ji me re tehsîs bike. Bi hinek behaneyan muraceta me qebûl nekir. Ji ber vê yekê jî em midûriya perwerdehiyê şermezar dikin.”

Yilmaz Geçer peyva wiha qedand “Bi îzna midûriya perwerdehiyê, di çarçova projeya bi navê “bila mekteb heyatê bibînin” de, mekteb ji bo dîlan û dawetan, ji bo semîneran û ji bo civîn û partiyên mezûniyetê tên tehsîs kirin. Feqet midûriyetê nehişt ku mekteb ji bo îmtîhana îlmên Quranê bê tehsîs kirin. Mekteb bi aktîvîteyên dîlan û sefahetê tu heyatê nabînin. Mekteb encax bi xwendina Quranê heyatê dibînin.” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin