Têkiliyên Îran û Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî Serdana Îranê Kir

 Îran dixwaze bi herêma Kurdistanê re têkiliyên xwe xurt bike. Ji ber vê yekê jî serekwezîrê herêmê dawetî Îranê kir. Li gor xeberên ajansan, serekwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daweteke resmî çû Tehranê. Li wir hinek hevdîtin pêk anîn. Barzanî bi wezîrê karên derve, bi cîgirê serekcimhûr û bi serekcimhûr re hevdîtin pêkanî.

Nêçîrvan Barzanî ewilî bi wezîrê karên derve yê Îranê Elî Ekber Salihî re û dûre jî bi cîgirê serekcimhûrê Îranê Elî Seîdlo re civiya. Paşê bi serekcimhûr Mehmûd Ehmedînecat re hevdîtin pêk anî.

Salihî, Seîdlo û Ehmedînecat bi serdana Barzanî kêfxweşiya xwe anîn ziman. Di hevdîtinan de xurtkirin û menfîetan her dû aliyan hatin niqaş kirin. Her wiha rewşa siyasî ya İraqê, meselên din yên di navbera her dû aliyan de, pirsgirêkên li ser sînor û bazirganî jî hatin xeberdan.

Di civînê de wezîrê serwetên tabi’î, wezîrê avadankirinê, mesûlê têkiliyên derve, berdevkê hikûmetê yên herêma Kurdistanê û çend wezîfedarên din jî amade bûn. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin