Têkiliyên Tirkiye Û Îranê

Wezîrê karên derve Ahmet Davutoğlu, gerra xwe ya 4 rojan ya ji bo Qatar, Bahreyn û Îranê...

Wezîrê karên derve Ahmet Davutoğlu, gerra xwe ya 4 rojan ya ji bo Qatar, Bahreyn û Îranê nirxand û beyan kir ku dibe serokcimhûrê Îranê, di 17ê Kanûna Pêşîn de Tirkiye ziyaret bike.

   Davutoğlu li ser gerra xwe, di hîsabê xwe ya twîtterê diyar kir ku hevdîtinên bi xêr û ber pêk hatine.

   Li ser hevdîtinên li Îranê jî wiha got: “Em hevî dikin ku serokcimhûr Hesen Rûhanî di 17ê Kanûna Pêşîn de were Tirkiyê. Bi wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf re, li ser têkiliyên her dû dewletan û mijarên herêmê hatin xeberdan. Her wiha bi serekmeclîsê Îranê Elî Larîcanî re jî hevdîtinek pêk hat. Ez bawer dikim ku pey lihevkirina mizakereyên nukleerê, ew ê têkiliyên aborî yên Tirkiye û Îranê pêş ve biçin.”

BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin