Teklîfa Agirbestiyê

Sekreterê giştî yê teşkîlata dewletên yekbûyî Ban Kî Mûn, da zanîn ku xelkê Sûriyê cara sisiyan e bi herbê dikeve Remezanê û ji hemî aliyên Sûriyê yên çekdar xwest ku di meha Remezanê de sîlehan bi kar neynin

Sekreterê giştî yê teşkîlata dewletên yekbûyî Ban Kî Mûn, da zanîn ku xelkê Sûriyê cara sisiyan e bi herbê dikeve Remezanê û ji hemî aliyên Sûriyê yên çekdar xwest ku di meha Remezanê de sîlehan bi kar neynin.

Ban Kî Mûn di beyana xwe ya nivîskî de wiha got “Li Sûriyê dora 100 hezar însan hatine qetilkirin û her roj jî kuştin diqewimin. Milteciyên ku derbasî welatên din bûne, tazî û birçî ne, hewceyê ğida, starî û malzemên tibî ne. Ji bo ku xelkê Sûriyê Remezana xwe bi sikûnet derbas bike, bila hemî aliyên çekdar di Remezanê de dev ji sîlehan berdin. Aştiyeke daimî, encax pey mizakereyên cîddî dibe pêk bê. Di Remezanê de agirbestî çê bibe, wê ji bo çareseriyê gavek girîng be.”

Sekreterê teşkîlatê Ban Kî Mûn, ji Beşar Esad xwest ku jin û zarokên di merkezên girtîxaneyan de girtî ber de.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin