Rêziknameya Wezareta Perwerdehiya Millî a di derbarê cil û bergên telebeyan de çen hefte berê hat weşandin û vê rêziknameyê destê kesên li hemberî tesetturê bi qewet kir.
Li gor rêziknameyê; ji bilî dersên Quranê nixumandina ser hat yasax kirin. Temsîlkarên Mi’elim û sendîqayên hemberî tesetturê diyar kirin ku ser nixumandin bi qanûnê hatiye yasax kirin û dest bi jurnalcîtiyê kirin.
Temsîlkarên Eğîtîm Sen a ku kesên hemberî tesetturê ji bo xwe kirine merkez, li kû derê keçeke bi şerpe û ser girtî bibînin wan afîşe dikin. Qezeteyên weke Cumhûriyetê jî van afîşekirinên temsîlkarên Eğîtîm Senê digrin manşetên xwe û rayedaran bi tetbîqnekirina rêziknameya nû sûcdar dikin û hedef nîşandidin.
Xeberên di derbarê Lîseya Surgu a li Meletê de, ji bo van hedef nîşandan û afîşekirinan mînakeke. Temsîlkarên Eğîtîm Senê, îddîa kirine ku îdarevanên mektebê destûra ser nixumandinê didin û Qezeteya Cimhûriyetê jî van îddîayan kiriye manşet. Walîtiya Meletê li ser vê yekê di derbarê îdarevan û rayedarên mektebê de lêpirsîn vekiribû.
bangaheq.net