Temaşe Bû Facîa

Li Meksîkayê di şova temaşeya qamyona cinawir de, wesayîta cinawir ji kontrolê derket û bi ser temaşevanan ve herikî

Li Meksîkayê di şova temaşeya qamyona cinawir de, wesayîta cinawir ji kontrolê derket û bi ser temaşevanan ve herikî. Di hadîseyê de 8 kes hatin kuştin, 80 kes jî birîndar bûn.
 
Di şov û temaşeyê de qamyon di ser wesayîta xurde re derbas bû û dûre ji kontrolê derket. Qamyona cinawir, mîna cinawiran pêl temaşevanan kir û ew eciqandin. Yek jê zarok 8 kes fecî hatin kuştin, nêzî 80 kes jî birîndar bûn. Tirs û gûmana zêdebûna hejmara miriyan heye. 
 
Hinek temaşevanan beyan kir ku şofêrê qamyonê, di heyama şovê de, serê xwe li wesayîtê xistiye û dûre kontrola wesayîtê winda kiriye.
Tê lêkolînkirin û lêpirsîn bê gelo di pedala gaza wesayîtê de, ‘erîzeyeke mekanîk qewimiye yan na. Ji ber facîa han, şov û temaşeya qamyona cinawir hat betalkirin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin