Tendurustiya Serekcimhûrê ‘Iraqê Celal Talabanî Ber Bi Başiyê Ve Diçe

Berdevkê medyaya serekcimhûriyê Barzan Şêx Osman, diyar kir ku sihheta Celal Talabanî, gav bi gav ber bi başiyê ve diçe.

Berdevkê medyaya serekcimhûriyê Barzan Şêx Osman, diyar kir ku sihheta Celal Talabanî, gav bi gav ber bi başiyê ve diçe.

Celal Talabanî, ji ber problemên sihhetê roja duşembê rakiribûn nexweşxana Beğdayê. Hinek damarên wî yên xwînê xetimîbûn. Dihat îddîa kirin ku felc jî derbas kiribû. Serekwezîr Nûrî Malikî do li nexweşxanê, Talabanî ziyaret kir. Serekwezîr Tayyîb Erdoğan jî, diyar kiribû ku eger bê xwestin, wê karibin jet ambulansekê bişînin Beğdayê.

Çavkaniyek nêzî malbata Talabanî, ji Nexweşxaneya Bexdayê diyar kir ku rewşa tendurustiya Talabanî, ji do baştir e û wiha got: "Hatiye ser hişê xwe, hindik hindik diaxive."

Li aliyê din, hat zanîn ku ji Almanyayê hinek diktor, ji bo Talabanî hatine Bexdayê, dixwazin ku îro yan jî pêncşemê, ji bo dermankirina wî, wî bibin Almanyayê. Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin