Ev deh sal e ku partiya AKPê li îktîdarê ye. Gava hilbijartinan, AKPê îfade kiribû ku çareserkirina mesela tesetturê, soza wanê namûsê ye. Lê mixabin AKPê ji vê soza xwe pir bi dûre. Tew bi rêziknama nû, li hinek mekteban sernixumandî jî yesax kir. Di mesela tesetturê de hikûmet buye derdê li ser derdan, barê li ser baran. Li her welatî yesax ber bi rabûnê ve diçe, feqet li Tirkiyê, hikûmet mîna zîhniyeta kevn û 28ê sibatê, li ser heqên ehlî dîndar yesaxa saz dike.
Bi rêziknama Omer Dînçerê wezîrê perwerdehiya mîllî, qîzên bixwazin bi kîjan kincê herin mektebê, wê karibin herin, lê qîzên bixwazin serê xwe binixumînin, wê nikaribin bigrin. Gelo hikûmet dixwaze dilê kê xweş bike?
Piştî rêzikname, li mekteban te’deyên îdarevanan yên li qîzên sernixumandî jî dest pê kir. Li ser yesaxê ji gelek hêl û millet tepkî zêde bûn. Saziyên sivîl yesaxê, bi beyanatên medyayî protesto kirin.
Serekê cemiyeta Mustezefan Ebdurrehman Cens, wiha sert tepkî nîşan da “Serekcimhûr, serekwezîr û 25 wezîr, bi rêziknama cil û bergê, di mekteban de tesetturê resmen yesax kir. Mixabin em bi endîşe dinêrin ku van şexsên şahane, bi serê xwe çawa di îktîdarê de kêfê dikin. Haya wan ji îmtîhana ku têdene jî tune ye.”
Serekê platforma TESSEPê Salih Demîr jî wiha got “Hikûmet di çareserkirina mesela tesetturê de, mixabin aciz buye. Tesettur yesax kir û ji vê zulmê re bû şirîk.”
Millet dipirsê “Gelo soza namûsa hikûmetê li ku ma?” www.bangaheq.net