Tepkiyên Dayikên Roboskiyan

Em Rojê 34 Caran Qatilên Ewladên Xwe Hewalî Xweda Dikin

 Sererkaniya Tirkiyê, xelata şerefê da qomandarê hêzên hewayî Orgeneral Mehmet Ertenê. Helbûkî qetlîama Roboskî ya bi jetên herbê û ji teref ordiya Sûriyê ve xistina jeta Tirkiyê ya keşîfê, di dewra îdara orgeneral Mehmet Erten de qewimîn. Li ser dana vê xelatê, dayikên Roboskî tepkiyên xwe nîşan dan û wiha pirsîn “Gelo ev xelata şerefê, ji bo parçekirina zarokên me ye?”

Erkan Encu 13 salî bû, di qetlîamê de hat qetil kirin. Diya wî xaltîka Felek di tepkiya xwe de îfade kir ku, ev serê salek e ğeyret dikin ku fail û sûcdarê qetlîamê berdestî edaletê bikin. Feqet niha kesên sûcdar tên xelat kirin. Vê xelat careke din me bombardiman kiriye, can û cegera me peritandiye. Qey tiştekî bi şeref kiriye ku vê xelatê didinê?”

Diya Yuksel Urek Emîne Urek jî, wiha tepkiyê xwe diyar kir “Qomandar ji kuştina 34 canê me mesûl e, niha wî bi xelat dikin. Gelo ev xelat, şerefa parçe parçekirina 34 zaroka ye? Ka ûjdan? Ez wan, rojê 34 caran hewalî Xweda dikim.”

Wekî tê zanîn ku di qetlîama Roboskî de, 34 gundiyên mezlûm bi fuzeyên jetên herbê hatibûn parçekirin. Di xistina teyara keşîf de jî, tenkîd dihat kirin ku zeafiyeta îdarî hebûye.

bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar