Tepkiyên Esnafên Erdîşê

Li Erdîşa Wanê, komek esnaf li ber camiya Qara Yûsûf Paşayê, beyanateke medyayî rast kirin.

Li Erdîşa Wanê, komek esnaf li ber camiya Qara Yûsûf Paşayê, beyanateke medyayî rast kirin. Di beyanatê de hat îfade kirin ku, di projeya veguherîna bajariyê de, bêedaletî tê kirin. Esnaf wiha beyan  kir “Ji me dixwazin em mulkên xwe, hîbeyî wan bikin. Tiştên ku teklîfî me dikin, mîna pêkenî pir bêqîmet e.”

Beyanata esnafan ji teref Esat Savci ve hat xwendin. Savci diyar kir ku, ne li ber veguherîna bajariyîyê ne, lê belê di vê projeyê de neheqî tê kirin. Esat Savci wiha xeber da “Ji ber ku proje ne şeffaf û zelal e û li gor qanûnê tevnagerin, em li ber wê ne. Ji me dixwazin ku em mulkên xwe hîbeyî wan bikin. Em rastî zîhniyeteke wiha dibin.”

Esat Savci peyva xwe wiha domand “Li Erdîşê bi xelkê re neşêwirîn û bi mehan berî niha, vê projeyê li Bîlborda xistin. Di vê mehê de, bedelên pir qomîk teklîfî millet kirin. Ji sedî 85 xelk van teklîfan qebûl nakin. Dixwazin bi bedel û teklîfên qomîk, xwe li ser mulkê xelkê deynin.”

Piştî beyanatê esnaf belav bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar