Tepkiyên Li Ber Cezayên Li Komeleyên Îslamî Hatine Birîn

Çendakî berê mehkema Stenbolê di nav wan de hinek îdarevanên partiya Huda Parê, rojnamevan, mensûbên saziyên sivîl jî hebûn, li 15 kesan 113 sal ceza birîbû.

Çendakî berê mehkema Stenbolê di nav wan de hinek îdarevanên partiya Huda Parê, rojnamevan, mensûbên saziyên sivîl jî hebûn, li 15 kesan 113 sal ceza birîbû. Yargitayê jî, ceza ku mehkema Edenê li kesên dîndar birîbû tesdîq kir. Li ber van cezayan tepkî bilind dibin.

Li Diyarbekirê komela Îkra Eğîtim-Derê van cezayan şermezar kirin û da zanîn ku darbeya post-modernê dewam dike. Li ser navê komelê mensûbê îdara komelê Receb Ozorûç xeber da. Ozorûç wiha got “Li Tirkiyê qewimînên erênî, li muslumanan dikin zulum. Saziyên sivîl fealiyetan li dar dixin. Lê fealiyetên wan, mîna der qanûnê tên hesibandin. Ceza ku li qatilan tên birîn, li saziyên Îslamî dibirin. Ev yek nîşana dewamiya darbeya post-modernê ye. Di 28ê sibatê de jî cezayên wiha nedidan.”

Receb Ozorûç di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “Em Îkra Eğîtim-Der, bangî hikûmet û kesên rayedar dikin ku tavil van bêhiqûqî bi dawî bibin. Em hêvî dikin ku van bêhiqûqî careke din neqewimin.” BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar