Tepkîyên Li Ber Êrîşa Qirêj

Serokatîya Huda Parê ya bajarê Hatayê, êrîşa qirêj ya çeteya Bdpê ya li konvoya Huda Parê ya li navçeya Licê pêk hatibû şermezar kir

Serokatîya Huda Parê ya bajarê Hatayê, êrîşa qirêj ya çeteya Bdpê ya li konvoya Huda Parê ya li navçeya Licê pêk hatibû şermezar kir.

   Serokbajarê Huda Parê yê Hatayê Ömer Cengîz Özkan wiha îfade kir: “Ev êrîşa qirêj eşkere dike ku Huda Par di meşa rêya serkeftinê de wan ditirsîne, ji lew erîşên wiha qirêj bi kar tînin.”

   Özkan di dewama beyanê de, tewra polîs jî rexne kir û weha got: “Pirsa ku Ma di vê êrîşa han de, dewleta paralel û faşîst-sosyalîstan, gelo bi hevre îttîfaq kiribûn tîne hişê meriv.”

  Komela Ûmûd-Dera Tetwana Bedlîsê jî, bi beyaneteke medyayî êrîşa çeteya Bdpê telîn û şermezar kir.

   Serekê şaxa komela Ûmûdê Fesîh Ûlûgöl, di bînaya komelê de beyanata medyayî da. Ûlûgöl êrîşa qirêj ya bi dar û kêr û keviran ya li Huda Parê, şermezar kir.

   Li aliyê din namzetê Huda Parê yê ji bo şaredarîya navçeya Bismilê Abdussamet Yalçin jî, di xeberdana xwe de êrîşa çeteyên Bdpê yên li Licê û li bînaya teşkîlata Huda Parê ya navçeya Ebexa navçeya Wanê şermezar kir û got ku wê evan êriş nikaribin pêşîya xebatên xizmetê yên Huda parê bigrin

                                        BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin