Partiya AKPê bi rêziknameyeke cil û bergan, li mekteban tesettur qedexe û yesax kir. Qîz tenê dikarin li mektebên îmam xetîban û di dersên Quran û Siyerê de serê xwe binuxumînin.
Li seranserê Tirkiyê, li ber yesaxa AKPê, ji millet û saziyên sivîl tepkî bilind dibin. Do li Rûhayê platforma TESSEPê û li Sêwregê jî 25 saziyên sivîl, bi beyanata medyayî, yesaxê protesto kirin.
Li Rûhayê beyanata medyayî bi xwendina Quranê dest pê kir. Millet bi zar û zêçên xwe, bi panqart û tekbîr û sloganan tevlî protestoyê bûn. Millet û platformê, xwestin ku tesettur li her derê serbest be. Beyanat ji teref serekê platformê Salih Demîr ve hat xwendin. Demîr wiha got “Bi vê rêziknameyê, partiya AKPê di deh saliya îktîdara xwe de, di dewra hostatiya xwe de, tesetturê di mekteban de yesax kiriye. AKP, heviyên xelkê dîndar îstîsmar kirine. Lazim e ku tesettur, li her derê di her sehaya heyatê de serbest be.”
Di heyama protestoyê de dengê tekbîran qut nebûn.
Her wiha li Sêwrega navçeya Rûhayê jî, 25 saziyên sivîl yên civakî, saet di 12an de li meydana Kanlikuyuyê, bi beyanata girseyî, yesaxê protesto kirin. Girseya li meydanê civiyan, saziyên sivîl bi slogan û panqartên xwe, rêzikname û yesaxa wê protesto kirin.
Beyanata medyayî ji teref Esma Karahana ku berî niha ji ber tesettura xwe hatibû mexdûrkirin ve, hat xwendin. Esma îfade kir ku tesettur emrê Xweda ye. Di beyanatê de hat xwestin ku hikûmet ji vê tewr û şêla xwe ya şaş derhal vegere. Piştî beyanatê, dildayê komela Îkra-Derê Nîhat Çam û mensûbê Eğîtîm Bîr-Senê Mûstafa Karael, xeber dan. Bername bi xwendina duayê bi dawî bû. www.bangaheq.net