Koalîsyona Demokrasiyê ya li ber darbeya eskerî, li meydana Rabîatul Adewiyyeyê îfade kir ku, gotinên Sîsê gazî herbeke navxwe dike. Koalîsyonê de di beyana xwe de wiha anî ziman “Gaziya Sîsî dikişkişîne herbeke navxwe. Tu kes nikare şoreşa aştiyane ji rê derxe. Ew ê tewra me ya aştiyane bidome. Em qetî miraceatî şîddetê nakin. Em gazî mehkema cezayê ya navnetewî dikin ku, lîderê darbeker Sîsiyê, ji ber plana xwînrijandin û kirina sûcên însaniyetê mehkeme bike.”
Her wiha di beyanê de hat gotin ku roja înê li Qahîre û Gîzayê bi navê “Xelk dixwaze darbe bikeve”yê, ew ê 34 protesto li dar bixin. Ji lew xelk hat dawetkirin ku tevlî protestoyên li ber darbeyê bin. Koalîsyona Demokrasiyê, grûb û sendîkayên ku darbeyê protesto dikin di xwe de dihewîne. (Bangaheq)