Tepkiyên Li Ber Şola Bêexlaqiyê

Dijminên exlaq û namûs û me’newiyetê, dixwazin bi şol û organîzasyonên xerab û îfsadê, terbiye û edeba civak û ciwana xera bikin.

Dijminên exlaq û namûs û me’newiyetê, dixwazin bi şol û organîzasyonên xerab û îfsadê, terbiye û edeba civak û ciwana xera bikin.

Niha ehlê fesadê bi navê “mîrbanûya medeniyetan ya cîhanê” dixwazin pêşbirkekê, li Diyarbekira bajarê pêxemberan û eshaban rast bikin. Van şolên îfsad û xerabiyê, bi navê pêvajoya aştiyê tên kirin. Milletê musluman û saziyên sivîl, tepkiyên xwe li ber vê xerabiyê zêde û gur dikin. Di tepkiyên xwe de îfade dikin ku, tavil ev şola îfsadê bê îbtalkirin. 

Serekê komela yekîtiya wezîfedarên dîn Kutbettin Akdemîr, ji ajansa xeberan a Îlkeyê re wiha xeber da “Li vê herêmê, ji jinan re rêz û hurmeteke mezin û cîddî heye. Lê şol û organîzasyonên wiha xerab, tenê ji bo bêheyakirina qîz û xortên me tên rastkirin.”

Serekê îdara komela nasandina giranbihayên Diyarbekir Receb Îdîkut jî wiha peyivî “Li Diyarbekir pêxember Hz Îlyas û Zulkuf  û 540 eshab (‘eleyhumusselam) medfûn in. Pey Mekke û Medînê, herî zêde Eshab li Diyarbekir medfûn in. Çima ev organîzasyona îfsadê, li vî bajarê mubarek û rastî vê meha bi zikr û selewat û pîrozbahiyên salvegera wîladeta pêxemberê me tê kirin? Li ser navê desteka ji aştiyê re tê kirin. Em şolên wiha xerab telîn dikin.”

Platforma heq û azadiyên însanî ya ku merkeza wê li Rihayê ÎNHAPê jî, bi beyanateke medyayî, pêşbirka mîrbanûya şola xerab tel’în kir. Di beyanê de wiha hat gotin “Ev organîzasyona xerab, li bajarê eshaban û li xelkê wê ya musluman heqaret e. Dixwazin bi van şolên çîrkef, bêexlaqiyê belav bikin.” bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar