Li navçeya Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdînê PKKyiyan li taxên Kale, Dag, Cevîzpinar û Kuçukpinarê ji ber ku berîqet saz kirin û çal hatin vedan şer zêdetir bû. Hat ragihandin heta niha 4 PKKyî hatine kuştin û gelek bombeyên ku hatibûn bicî kirin hatin îmhakirin.
Di Taxa Dagê de li kêleka Dibistana Ataturkî di du deran de teqemenî hatibû bicî kirin. Ev teqemeniyên ku di giraniya 250 kîloyê de bûn bi funyê hat teqandin.
Di dema derbasbûna wesayîtê de teqîn
Her wiha li Dêrikê îro di derdora saetên sibê de di dema derbasbûna wesayîtekê de teqîn pêk hat. Gor agahiyên hatine bidest xistin di envama teqînê de eskerekê birîndar bû. Eskerî ekîbên ku hatibûn ciyê bûyerê rakirin nexweşxanê.
Gel navçeyê terk dike
Di wan rojên derbasbûyî de PKKyiyên ku têketibûn nav taxên Kale, Dag, Cevîzpinar û Kuçukpinarê de di wan taxan de berîqet saz kiribûn û çal vedabûn. Ji ber vê yekê gelê navçeyê dest bi terk kirina navçeyê kiribû. Bi pevçûn û teqîn re gel navçeyê terk dike.
17 wesayît hatibûn xespkirin
PKKyiyan gelê ku hewl dida navçeyê terk bike bi roketê tehdît kiribûn û her wiha wesayîtên ku nav wan de yên saziyên raya giştî jî tê de hebû bi tevahî 17 wesayît hatin şewitandibûn û berîqet saz kiribûn. (ÎLKHA)