Li Taxa Vakifkenta Şernexê êrîşa bombeyî hatibû lidarxistin ku di encama êrîşê de gelek mal û kargeh tehrîb bûbûn.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di êrîşê de 300 kîlo bombe hatiye bikaranîn.
Di encama teqîna ku pêk hatibû de 2 polês birîndar bûbûn û 2 polês jî xistibûn bin muşahedê.Hat hînbûn 2 polêsên birîndar rewşa wan başbûyê û ji nexweşxanê derketine.
Ji ber teqînê di mal û kargehên derdorê de gelek zirar pêk hatin. Hemwelatiyê bi navê B.H. di derbarê teqînê de diyar kir ji ber teqînê mala wî gelek zirar dîye û ew ji ber teqînê gelekî tirsiyaye û di derbarê teqînê de hest û ramanên xwe anî ziman.
“Em wan kesên ku van tiştan dikin hewaleyê Xwedê dikin”
B.H. diyar kir ji ber êrîşê, mala wî tehrîb bûye û ew heqê xwe li wan kesên ku ji vê re bûne sebeb helal nake û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Doh êvarî di derdora seat 20.30an de li ber mala me teqîneke mezin pêk hat.Ji ber tesîra teqînê temamê derî û şibakên mala me ji ber ketin.Weke ku hûn jî dibînin mal wêran bûye.Em wan kesên ku vê kirine hewaleyê Xwedê dikin.Heqê xwe ji wan re helal nakin.”
Hemwelatîyê bi navê M.K.yê ku di êrîşê de wesayîta wî zirar dîtibû jî diyar kir ew wesayîta xwe nû standîye û hêj taksîta 4emîn a wesayîtê nû razandiye.M.K. di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev bûyer malik li xelkê xera kirin.(ÎLKHA)