Teqwîma Bernameyên Mewlûda

Platforma Evîndarên Pêğember, civîna xweya şêwrê ya 3an li dar xist

Platforma Evîndarên Pêğember, civîna xweya şêwrê ya 3an li dar xist. Di civînê de ji bo teqwîma 5 bernameyên mezin yên ku wê îsal li welêt bên lidarxistin, agahî hat dayîn.

  Civîna Şêwrê li Cemîyeta Mustez’efan ya şaxa Dîyarbekirê pêk hat.

  Berdevkê heyamê yê Platforma evîndarên pêxember Yahya Oğraş da zanîn ku wê di 14ê Adarê de dest bi bernameyên wîladeta pîroz bikin.

  Oğraş di dewama beyana xwe de, ji bo teqwîma 5 bernameyên mezin yên ku xelk zêde miraq dikin jî agahî da.

  Teqwîma 5 bernameyên mezin wiha ye: Li Batman û Edenê di 13ê Nîsanê de, li Dîyarbekirê di 20 Nîsanê de, li Wan û Sitenbolê jî di 27ê Nîsanê de mewlûda pêxemberê me tê lidarxistin.

  Dîyar kir ku ji bo bernameyên li Batman û Dîyarbekirê muracaet kirine.

 Platformê par li 250 deveran bernameyên wîladeta pîroz lidarxisti bûn. Oğraş îfade kir ji bo bernameyên îsal, heta niha 275 deveran ji bona mewlûda pêxember miracaetî wan kirine.

 Her wiha platformê da zanîn ku wê îsal bi mijara “xwendin û fêmkirin û jiyîna Quranê û Sunnetê” bernameyên mewlûdê pêk bên û navê bernameyan jî wek “Qurana dimeşe hz Mûhemmed” hatiye tesbîtkirin BANGAHEQ

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin