Partiya Doza Azad Huda Par, teşkîlata navçeya Erğeniyê bi merasîm vekir. Qerebalixeke mezin bi coş tevlî merasîmê bûn. Serekê partiyê parêzer Huseyîn Yilmaz û serekê teşkîlata Diyarbekir Wedat Tûrgût, di merasîmê de xeber dan.
Merasîm ji devê Firat Yildiz, bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre ji teşkîlata Erğeniyê Hesen Haqsever, li kesên tevlî merasîmê bûbûn, silav kir. Wedat Tûrgût di xeberdana xwe de wiha beyan kir “Înşallah emê siyaseta mewcût biguherînin û têxin xizmeta xelkê. Emê ji hakimiyeta heqqiyê û azadiya însanan bixebitin.”
Serekê Huda Parê parêzer Huseyîn Yilmaz jî wiha got “Însanên vî welatî, ji bêhiqûqiyê û ji zulma sîstemê pir kişandine. Divê dewlet ewilî bi baweriya xelkê û dûre jî bi huviyeta wan li hev bê.”