Teşkîlata bajarê Mûşê ya partiya doza azad Huda Parê, bi tevlîbûna alîkarê serek Zekeriya Yapicioğlu, bi merasîm hate vekirin. Mesûlê karên hiqûqê yên partiyê parêzer Cemal Çoban û gelek kesên dawetkirî jî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Parêzer Zekeriya Yapicioğlu di xeberdana xwe de, li ser amanca avakirina Huda Parê û li ser hedef û meqsedên partiyê peyivî. Da zanîn ku meselên wan yên ewwel rabûna berbestên li ber bawerî û heyata bi îman û helkirina mesela Kurd in.
Serekê teşkîlata Mûşê Ebdurrehman Aydin jî, di xeberdana xwe de beyan kir ku, hêja û miqeddesatên ku millet bi wan bawer in, ji millet tên şemirandin. Sebebê derd û nexweşiyên heyî, dûrketina ji Quran û sunnetê ye.
Piştî vekirina teşkîlatê, parêzer Yapicioğlu, bi qezetevanan re hate ba hev. Pirsên wan bi cewab kir. BANGAHEQ