Teşkîlata Huda Parê Ya Bajarê Diyarbekir

Partiya Doza Azad Huda Par çendakî berê, hatibû damezrandin. Partî niha li ser teşkîlatbûniyên xwe disekine.

 Partiya Doza Azad Huda Par çendakî berê, hatibû damezrandin.  Partî niha li ser teşkîlatbûniyên xwe disekine. Bi muracaeta resmî, teşkîlata partiyê ya bajarê Diyarbekir hat saz kirin. Serekê teşkîlatê Wedat Tûrgût, hêvî kir ku partiya wan ji millet û memleket re bixêr be.

Piştî derketina ji walîtiyê, serekê teşkîlatê Wedat Tûrgût beyan kir ku, li qeza û bajaran li ser teşkîlatbûna partiyê bilez dixebitin. Tûrgût wiha got “Bi belga selahiyetê ya ku me ji merkeza partiyê girtibû, me muracaeta xwe ya resmî li walîtiyê kir. Amanca me razîbûna Rebbê me û milletê me ye. Emê hemî îmkanên xwe, ji bo xizmeta millet serf bikin.”  Wedat Tûrgût da zanîn ku wê di pêş de bîna teşkîlata Huda Parê vekin û hemî xelkê dawet bikin.

Her wiha teşkîlata Huda Parê ya bajara Bîngola Çolig jî, fermî hat sazkirin. Serekê teşkîlata bajarê Çabakçûrê Hamdûllah Tasali, piştî muracaeta li walîtiyê, beyanek kin kir ku, teşkîlata Huda Parê ya bajarê Bîngolê êdî resmî hatiye avakirin, ji hemî millet re bixêr be.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar