Partiya Doza Azad Huda Par, li welêt li ser teşkîlatên xwe xebatan didomîne. Di vê çarçovê de teşkîlatên Konya, Osmaniye, Bedlîs û hinek navçeyan hatin avakirin.
Serekê teşkîlata Konyayê Halîs Ozelçî, piştî muracaeta resmî wiha beyan kir “Em teze di serê riyeke dirêj û zehmet de ne. Huda Par bila ji xelkê me, ummet û hemî alema Îslamî re bi xêr be.”
Serekê teşkîlata Osmaniye jî weha xeber da “Di siyasetê de em ê nêrîn û fikr û tezetiyan nû yên li ser heq û edaletê ava bikin.”
Her wiha serekê teşkîlata Bedlîsê Ûğûr Oleklî jî wiha got “Înşallah em ê siyaseta paqij û durust nîşan bidin.”
Huda Par li ser teşkîlatên navçeyan jî dixebite. Di vê çarçovê de, teşkîlatên Tatwana Bedlîsê, Ceyhan û Çûkûrovaya Edenê, Melîkgazî û Talasa Kayserîyê, navçeya merkez ya Semsûrê û Ceylanpinara Rihayê jî hatin avakirin. Serekên van teşkîlatan dan zanîn ku, wê li ser heqiyê ji bo xelkê xizmet bikin, ji Xweda hêvî dikin ku, wan serkeftî bike.